Kurdisch

download Flyer-kurdisch

Frühförderung – kurdisch

Perwerdeyek zû ҫiye?

Zarokên ku li gorî zarokên din yên di temenê wan de ne, li paş mane, bi awayekî taybet tên perwerde kirin. Ev perwerde hêz û piştgiriyê dide wan zarokan, ku di pêşveçûna jiyana xwe de rastî problêman hatine. Weke mînak:
• Dema bi zarokan re dileyze jnî dide û distîne
• Di warê bi xwe bawerî û ji xwe piştrast
• Di warê dan û stendin û axaftinê de
• Di warê fêrbûn û xurtbûna hiş de
• Di warê pêşveçûna liv û tevgerê de
• ji bo zarokên ku di encama zû jidayikbûnê an jî problêmên di dema jidayikbûna wan de nexweş ketine an jî bi awayekî din kêm mane.

Perwerda zû perwerdeyek têkan e. Di vê perwerdê de zarok bi rêya leystikan hînî tiştên nû dibin û ve fêrbûna xwe ya nû diceribînin. Ev perwerde li gorî kesayet, derdor û malbata zarokê tê dayîn.  Hevkariya me bi dê û bavan re gelekî pêwiste. Ev tiştê ku zarok di vê perwerdê de fêr dibin dikare bandora xwe li ser hemî awayên jiyana wan bike.

Armanca me eve: Bila zarok bikaribe xwe di hemû warên pêşveçûna jiyana xwe de baş biserkeve. Ji bo me gelekî girînge ku zarok bi awayekî saxlem bi xwe bawer bike.

Zarokên bi kîjan temenî? Ev perwerde dikare ji bo zarokên ku nû ji dayikbûne heta zarokên beriye ku herin dibistana seretayî, were dayîn.

Serîlêdan: Perwerdeya zû li ser bingeha qanûnî tê pêkanîn û ji bo dê û bavan belaşe. Mesrefên vê yekê wê ji aliyê belediya Bielefeld an jî ya Gütersloh ve were dayîn. Ji bo vê yekê divê dê û bav serlêdanekê bikin. Em amade ne bersiv bidin pirsên dê û bavan yên derbarê serlêdanê de. Ev hevdîtinên ji bo şêwirmendiyê dikarin piştî lihevkirina ser saetekê (Termin) li baxçê zarokan (Kindergarten) , li malê an jî li ciyê perwerda zû (Frühförderung) pêk were.

Xebatkarên me yên ku ji bo perwerdeya zû kar bikin, di warên cûda de pisporên. Weke mînak:
• Dîplomê pedagokê civakî
• Dîplomê pedagokê
• Dîplomê psîkolojiyê
• Heilpädagogik
• Kinderkrankenpflege
• Pedagokiya ji bo jiholêrakirina pirsgirêkên xeberdanê

Perwerde li kuderê tê dayîn?

• Li ciyê perwerda zû (Frühförderstelle)
• Li malê
• Li baxçê zarokan (Kindergarten)

Ev perwerde dikare li ciyên perwerda zû, li mala zarokan an jî li baxçê zarokan were dayîn. Em zarokan li Bielefeld û li bakurê Gütersloh perwerde dikin.

Pêșniyarên me yên ji bo perwerdeya zû:

• Hûn dikarin ji bo pirsên derbarê perwerdeya zû de bi me bişêwêrin
• Bi were pêşveçûn û serkeftina zarokan bişopînin
• Livê piskolojî pêşveçûnê li gor Doering
• Karê li ser perwerde Tonfeld@ ji aliyê Prof. Deuser
• Ausdrucksmalen nach Arno Stern und Bettina Egger
• Cav lêdêtiya
• Sêwirdariya berî destpêka dibistanê
• Sensorische – Integrationstherapie (SI)
• Hînbûna xwelihevragirtinê li gorî Marburgê
• Gav bi ber dialogê ve
• Dayik û bavên bi hêz – zarokên bi hêz
• Videogestützte Entwicklungsbegleitung im häuslichen Rahmen

Alîkariya me ji bo tenduristiya zarokan:
• Ji bo zarokên lal (Logopädie)
Frau Aul (0521 9507047)

Heilpädagogische
Kinderhilfe und
Mehrmediale Therapie e.V.
Windelsbleicher Straşe 137
33647 Bielefeld
Telefon: 0521 402085 · Fax: 0521 402084
info@hkumt.de · www.hkumt.de
Mit dem Bus: Linie 94, Haltestelle Sennefriedhof West
Mit dem Auto: Parkplätze befinden sich direkt bei unserer Einrichtung
Bürozeiten: Montag – Freitag: 9.00 – 13.45 Uhr, danach AB